Peyama Pîrozbahiya Cejna Zimanê Kurdî ya Namzetên HDP’ê yên Agiri

Peyama Pîrozbahiya Cejna Zimanê Kurdî ya Namzetên HDP’ê yên Agiri

“Hawar dengê zanînê ye. Zanîn xwe nasîn e.
Xwe nasîn ji me re rêya felat û xweşiyê vedike.
Her kesê ko xwe nas dike; dikare xwe bide nas kirin.
Hawara me berî her tiştî heyîna zimanê me dê bide nas kirin.
Lewma ko ziman şerta heyînê a pêşîn e.”

Bi boneya destpêka veşandina Kovara Hawar, em îro wek cejna zimanê Kurdî pîroz dikin. Em bi vê boneyê hemû kedkarên zimanê xwe bibîrtînin û careke din li ser navê Namzetên HDP yên Agiri, Cejna Zimanê Kurdî li hemû gelê Kurd û Kurdistanê bi dil û can pîroz dikin